Hevşaredar Dogan Hatun mazûvaniya muxtar û welatiyan kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, endamên Komeleya Muxtarên Licê û gelê gundê Kuyeya Pasûrê pêşwazî kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, endamên Komeleya Muxtarên Licê û şêniyên gundê Kuye ya Pasûrê qebûl kir û der barê pirsgirêkên wan de agahî wergirtin. Hevşaredar Hatun xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên li taxên gundewarî dijîn vegot.

Di hevdîtinê de Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk û endamên meclîsê, endamên komeleyê û welatiyan serkeftin ji rêveberiya Bajarê Mezin re xwestin. Hevşaredar Hatun kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û spasiya endamên şandeyê kir.

Ji xelkê taxa Tilhamî serdana Ozdogan kirin

Muxtarê taxa Tilhamî ya navçeya Yenîşehîrê Bedrî Dîrî û gelê taxê bi Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Azîz Ozdogan re hevdîtin pêk anîn û pirsgirêkên xwe vegotin.

Ozdoganê ku der barê pirsgirêkên taxê de agahî girt, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê bi lez û bez tevbigerin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30