Hevşaredar Bucak û Hatun qadên xebatê saxtî kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun Tesîsên Sporê yên Şîlbê, xebatên rêya servîsê ya Bulvara Mahabadê û Parka Kardeşlîkê kontrol kirin.

Hevşaredar Bucak û Hatun ewil Tesîsên Sporê yên Şîlbê ziyaret kir.  Hevşaredar bi xwendekarên ku ji dewreyên Beşa Xizmetên Ciwan û Werzîşê sûd wergirtin hatin cem hev û li perwerdeya wan temaşe kirin.  Hevşaredaran demekê bi zarokan re sohbet kirin û forma belav kirin.  Piştre Hevşaredarên ŞBM Bucak û Hatun li tesîsê geriyan û ji serokên yekîneyên têkildar agahî girtin.

Piştre Hevşaredarên ŞBMAyê xebatên rêya xizmetê ya Bulvara Mahabadê kontrol kirin.  Hevşaredaran der barê xebatan de ji serokên yekîneyan agahî girtin û xwestin ku di demek herî kurt de xebat bi dawî bibin.

Piştre Hevşaredar Bucak û Hatun çûn Parka Kardeşlîkê ya navçeya Baglarê, li parkê geriyan û lêkolîn kirin.  Her wiha Hevşaredaran bi welatiyên li parkê bêhna xwe vedin jî hevdîtin pêk anîn û daxwazên wan hatin guhdarkirin.

Di serdanê ligel Hevşaredar Bucak û Hatun tevî Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, endamên meclîsê û serokên daîreyan amade bûn.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30