Cara ewil çûn hewzê û fêrî avjeniyê bûn

 

126 jinan ji hewza jinan a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Yenîşehîrê li Parka Jiyana Civakî û Qada Bêhnvedanê nû kir û vekir, sûd wergirtin.

Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ji bo ku tevkariyê li îstîhdama jinan bike, bi xebatên civakî û her wiha kursên pîşeyî ji jinan re xizmetê dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, hewza ku li navçeya Yenîşehîrê li Parka Jiyana Civakî û Qada Bêhnvedanê ye û ev demeke dirêj dihat îhmalkirin, nû kir, ji bo jin hînî melevaniyê bibin bê pere da ber xizmeta wan.

126 jin beşdarî bernameya hewzê ya ku bi pêşengiya jinên ku ji navendên jiyanê sûd werdigirin hat çêkirin, bûn.

Cara ewil çûn hewzê

Ji jinên li navçeya Sûrê dijî û beşdarî kursa melevaniyê dibe Rengîn Nêrgîz (23) jî diyar kir ku di jiyana xwe de qet neçûye hewzê û deryayê. Nêrgiz diyar kir ku di kursa melevaniyê ya ku heftê 2 rojan 8 dewreyan çûyê, hînî melevaniyê bûye û wiha got: “Em wek sê xwişk û bira cara ewil çûne hewzê. Bi perwerdeya ku hat dayîn min tirsa xwe ya ji avê şikand û fêrî melevaniyê bûm. Ez dixwazim her sal careke din kursên wiha bên lidarxistin û ji bo demên dirêjtir bên dayîn. Pir xweş bû, em pê kêfxweş bûn û fêr bûnê." 

'Ez dixwazim kursa avjeniyê berdewam bike'

Halîme Nêrgiz da zanîn ku wê melevanî nizanibû û bi vê kursê di demeke kin de fêrî melevaniyan bûye. Nêrgiz weha got, “Ez pir zû fêrî melevaniyan bûm. Ez dixwazim sala bê dîsa kurs bê vekirin da ku ez bi awayekî profesyoneltir melevaniyan bikim. Ew hesteke pir xweş e ku meriv çawa avjeniyê bizane." 

'Derfeta min hebû ku li taxê bi jinan re hevdîtinê bikim'

Hatîce Sayan, diyar kir ku ji ber ku di 9 saliya xwe de ketiye bîreke avê tirsa wê ji avê hebû û wiha got:

“Ez bi panîkê ketim avê. Bêhna min çikiyabû. Min jî bawer nedikir ku ez ji tirsa xwe ya ji avê derkevim, bila avjeniyê bikim. Mamosteyê me cesaret da. Min dest bi şerê dijî tirsa xwe kir. Min dikaribû di bin avê de bimînim û bêhna xwe hildim. Hesteke mezin bû ku meriv di bin avê de bimîne.” 

Wê weha got: “Piştî ku fêrî melevaniyan bûm, min alîkariya jinên din ên ku hewl dida fêrî melevaniyê bibe, kir.”

Sayan, anî ziman ku hemû rojên xwe bi karê malê û xizmetên lênêrîna malê re derbas dikir û wiha got: “Bi vê kursê re min firsend dît ku ez bi jinên taxê re bicivim. Min dostaniyên nû çêkirin. Ez difikirim ku zarokên xwe fêrî melevaniyan bikim." 

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30