Li Karazê binesazî tê xurtkirin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Karazê, hezar û 800 metre xeta ava vexwarinê û hezar û 300 metre jî xetên kanalîzasyonê çêdike.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) bi plansaziya geşepêdanê û zêdebûna nifûsê ya li navçeyên niştecihbûna nû yên navçeya Karazê projeyek amade kir.

Di çarçoveya projeyê de hezar û 800 metre xeta ava vexwarinê ji bo niştecihên nû yên Taxa Yenîişehir a navçeya Karazê hezar û 100 metre jî xeta kanalîzasyonê tê danîn ku pirsgirêka ava bermayan a taxa Şêx Şerafettîn were çareserkirin.

Ekîbên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê jî li Navçeya Yenîşehîra Navendî xeteke şebekeya kanalîzasyonê danî da ku ava şêlo bi awayekî bê serêşan bê darêtin.

Hevşaredarên Karazê spasiya ekîbên DÎSKÎyê kir

Hevşaredarên Karazê Hanim Altindag, Mehmet Şik û Midûrê Şaxa DÎSKÎ ya Karazê Vehbî Demîrkiran xebatên ku li Taxa Yenîşehîrê ya navendî û Taxa Şêx Şerafettîn didomin lêkolîn kirin û der barê xebatan de agahî ji ekîbên teknîkê girtin.

Hevşaredaran ji ber xebatên ku kirine spasiya ekîbên DÎSKÎyê kirin û ji wan re serkeftin xwestin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30