Hevşaredar çûn serdana gora Narîn Guranê

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, gora Narîn Gurana li Goristana Çulî hat definkirin ziyaret kir û kulîlk danîn ser.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevseroka Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatimogullari, parlamenterên DEM’ê, hevserokên şaredariya navçeyan, hevserokên DEM’ê yên parêzgeha Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn û Rêveberên partiye, çûn serdana gora Narîn Gurana 8 salî.

Hevserok çûn serdana gora Guran a li gundê Culî yê navçeya Baglarê, dua kirin û kulîlk danînê.

Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tûlay Hatimogullari di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew 19 rojan li benda mizgîniyeka der barê Narînê de bûn, lê mixabin ev xebera xemgîn gihiştiye wan.

Hatimogullari wiha got:

“Zarok bê guman paşeroja vê civakê ne, helbet erkê mezinan û civakê ye ku jîngehekê dabîn bikin ku zarok bi kêfxweşî bixwînin û bi kêfxweşî bilîzin. Erkê gel e ku zarokan biparêze û erkê gel e jî di qanûnên ku zarokan biparêzin de israr bike. Wezîfeya gel e ku nîzameke civakî ya ku zarok tê de bijîn û destdirêjî lê neyê kirin, erkê me yê mezinan e ku em civakeke wiha ava bikin. Zarok siberoja vê civakê ne, lê di heman demê de zarok hem di zarokatiyê de hem jî di wî temenî de mijar û beşek ji vê civakê ne.”

Hatîmogullari da zanîn ku ew ê heta dawiyê dozê bişopînin û wiha got:

"Heta ku li vê erdê  îstismarkirina zarokan nemîne, heta ku şîdeta li ser hemû zarokan ji holê ranebe, heta ku em jîngeheke ku zarok bi rastî lê kêfxweş bibin û mîna zarokên vî welatî bi azadî li qadên lîstikê bileyizin ava bikin, wê têkoşîna me bidome."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30