Perwerdeya 'zayenda civakî' dewam dike

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xebatkarên jin semînera zayenda civakî da.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi rêveberên jin ên ku di şaredariyê de Serokên Daîreyan, Midûr, Fermanber û Midûrê Yekîneyê ne, perwerdeyên xwe yên bi navê “Zayenda Civakî” ku ji bo karmendên şaredariyê dabû destpêkirin, berdewam kir.

Perwerdeya ku li Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin, ji aliyê Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sûmer ve hat dayîn.

'Beşdarbûna wekhev dibe sedema xurtkirina civakê'

Gurbuz Sumer diyar kir ku zayenda civakî têgehek e ku behsa rol û berpirsiyariyên ku civak li ser jin û mêr ferz dike, civak çawa ferd dihesibîne û ew çi hêvî dikin nîqaş dike. Gurbuz Sumer bal kişand ser wê yekê ku wekheviya zayendî tê wateya bêcudakariya ji ber zayenda mirovan di bikaranîna derfetan û gihandina xizmetê de û destnîşan kir ku jin û mêr wekhev in û xwedî heman mafan in.

Gurbuz Sumer, anî ziman ku di bikaranîna mafên bingehîn ên weke perwerde, kar û tenduristiyê de zayend nikare bibe sedema cudakariyê û diyar kir ku tevlêbûna wekhev û bi bandor a jin û mêran a di jiyana civakî de dê bibe sedema xurtkirina civakê.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30