Sûr û derûbora wan ji aliyê ekîbên Bajarê Mezin ve hat paqijkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser birc û sûrên Amedê û derûbera wan paqijiyeka berfireh kir.

Ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê, li ser giliyên welatiyan, bircên keleha Amedê, sûr û derdora wan ku lênêrîn, tamîrkirin û paqijkirina wê girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê ye, paqij kirin.

Ekîban ji bo paqijiya sûrên mîrata cîhanê û ji bo ku turîstên xwecihî û biyanî karibin bi hêsanî serdana avahiya dîrokî bikin, xebateke bi hûrgilî pêk anîn.

Piştî xebatên paqijkirinê yên ku dê hemû bedena Diyarbekirê li xwe bigire, ekîb her 15 rojan carekê dê kontrolê dikin ku qad paqij bimîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30