Hevşaredar Bucak beşdarî promiyera Bilûra Nişo bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî pêşandana fîlma Bilûra Nişo bû.

Promiyera fîlma Bilûra Nişo ya derhêner Sedat Kiran a ku li ser xerat û mamosteyê bilûrê Digran Nişyan (Nişo) ji malbata Nişyan, malbateke ji Gêlê ku di sala 1915an de ji sirgûnkirina Ermeniyan sax filitî, li Dêra Surp Giragos hat lidarxistin.

Hevşaredar Bucak ku bi derhêner Kiran û mêvanan re li fîlmê temaşe kir got, "Di vê fîlma hêja de dîtina yekitiya her kesê ku xwe ji Amedê hîs dike, em hemû hestiyar kir." 

Bucak diyar kir ku derhêner Kiran di fîlmê de Amed pir baş nirxandiye û wiha got: "Ez we ji dil û can pîroz dikim, xebateke pir bi nirx derket holê. We ev erdnîgarî pir baş rave kir, spas ji bo keda we. Dibe ku çaryek çîrokên ku divê li vê erdnîgariyê bê gotin Êş. Em behsa komkujî, sirgûn û heqîqetê dikin, lê bedewiyeke wê jî heye, bîranîna xwe winda nake, biratî û hevgirtina xwe diparêze, temaşekirina van di fîlmê de pir xweş bû."

Li gel Hevşaredar Bucak Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarê Serokê Giştî Reşat Bakan, endamên meclîsê û serokên daîreyan jî amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30