Hevşaredaran Mahmut Ucak ê ku xitimîna di şebekeya ava baranê de paqij kir, li mala xwe ziyaret kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Mahmut Ucak ê ku duh di dema barana zêde ya li bajêr de bi hewldanên xwe vekirina bendika di xeta ava baranê de hat dîtin, li mala xwe ziyaret kir û ji ber hesasiyeta wî ya civakî spasiya wî kir.

Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun, Mahmut Ucakê ku gilêşê di şebekeya xeta ava baranê ya li Kolana Mehmet Uzun a Taxa Bagcilara navçeya Baglarê di dema barana zêde ya ku di 22yê îlonê de tesîreke neyînî li Amedê kiribû li mala xwe paqij dikir, kir. Ev rewşa Ucak bi vîdyoyekê li ser medyaya civakî belav bûbû.

Mahmut Ucak ê ku dema Hevşaredarên xwe dît nekarî matmayîna xwe veşêre, pirsî ka wan ew çawa dîtiye. Hevşaredaran diyar kir ku piştî wêneyê wî yê li ser medyaya civakî hat weşandin wan dît û sedema serdana xwe anîn ziman.

'Paqijî ne tenê karê şaredariyê ye'

Ucak ku Hevşaredaran demekê pê re sohbet kirin, bi bîr xist ku karê paqijiyê ne tenê karê şaredariyê ye û divê gel jî bi hestiyar be.

Hevşaredaran bal kişand ser girîngiya paqijiya bajêr, ji ber hesasiyeta civakî spasiya Ucak kir û kulîlk pêşkêş kirin.

Di serdanê de Serokê Giştî yê DÎSKÎ Mehmet Şerîfoglu, endamên meclîsê û serokên daîreyan bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30