Hevşaredaran mêvandariya rêveberên Odeya Tabîban a Amedê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Veysî Ulgen û endamên lijneya rêveberiyê qebûl kir.

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Veysî Ulgen û endamên lijneyê çûn serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun.

Hevşaredar Bucak û Hatun bi Ulgen û şandeya pê re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de têkildarî çalakiya ku ji bo Dr. Tarik Ziya Ekinci tê lidarxistin, nêrîn hatin parvekirin.

Hevşaredar Bucak û Hatun ji ber hevdîtinê kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Ulgen û pê re kir.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30