Sehêtiya kantînên mekteban dewam dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku xwendekar bi tenduristî bixwin û bigihêjin xwarinên saxlem, kontrolên xwe yên li kantînên xwendegehan didomîne.

Ekîbên Kontrola Xwarinê yên bin Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê li kantînên mekteban kontrola paqijî û xwarinan kir. Ji xebatkarên kantînê re der barê berhemên ku divê neyên firotin de agahî dan û qaîdeyên ku bên şopandin hatin bibîranîn.

Armanc ew e ku ji xwendekaran re bibe alîkar ku adetên xwarina tendurist bistînin

Armanca teftîşan ew e ku piştgirî bidin xwendekaran di bidestxistina adetên xwarina tendurist de û pêşîgirtina li nexweşiyên ku ji xwarinê derdikevin.

Ger di kantînên ku di kontrolan de kêmasî tên tesbîtkirin û sererastkirinên pêwîst neyên kirin, tedbîrên qanûnî tên hildan.

Ji Koordînasyona Kontrola Xwarinê sehêtiyên li navçeyan 

Koordînasyona Kontrola Xwarinê ya ku ji aliyê Yekîneya Xwarinê ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û şaredariyên navçeyan ve hatiye avakirin, ji bo ku xwendekar bigihêjin xwarina saxlem xebatên xwe yên li kantînên li xwendegehên navçeyan didomînin.

Şaredariya Bajarê Mezin dê di heyama perwerde û hîndekariyê de kontrolên xwe bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30