Hevşaredar Hatun: Em ê pirsgirêka rêya gundê Tilhanê çareser bikin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, li gundê Hilhanê bi welatiyan re civiya û diyar kir ku dê pirsgirêka rêya taxê çareser bikin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, gundê Tilhana navçeya Yenîşehîrê ziyaret kir û ligel welatîyan civiya. Hatun li qehwexaneya taxê bi welatiyan re sohbet kir û li daxwaz û pirsgirêkên wan guhdarî kir. Hevşaredar Hatun, rêya ku ji bo taxê tê xwestin bê çêkirin lêkolîn kir, diyar kir ku dê pirsgirêka rêya 4 kîlometre ya gundê Tilhanê çareser bikin.

'Xizmetên bingehîn nehatin dayîn'

Hevşaredar Hatun bal kişand ser rûxandina rêveberiya qeyûman a li bajêr û diyar kir ku xizmetên mecbûrî nehatine kirin û bi butçeya şaredariyê ji bo saziyên fermî avahî hatine çêkirin. Hatun, aşkere kir ku piştî hatin wezîfedarkirin wan dît ku 24 kîlometre xeta kanalîzasyonê ya li navenda bajêr xirabe ye û 12 kîlometre jê tamîr kirine û wiha got: "Eger me ev nekiraya, barana ku rojek berê barî dê lêmişt li bajêr bixista."

'Em qasî 4 salan xebitîn'

Hatun, destnîşan kir ku dema li 5 meh û nîvên li paş xwe dinerin, tê dîtin heçku 4 sal xebat kirine, lê ji ber ku hêj gelek pirsgirêk hene, ne aram in û got ku ew ê bi vê lezê xebatên xwe bidomînin.

'Em hesabên 5 salan dikin'

Hatun got ku dema borî xizmeta rê, av û kanalîzasyonê ji gundan re nehatiyê kirin û got, “Em hesabên rojane nakin. Em hesabên 5 salan dikin. Ji hilbijartinek heta ya din. Em li gorî vê plana xwe ya stratejîk amade dikin.”

'Divê rêya Romê bê parastin'

Hatunê ku li ser rêya dîrokî ya Romayê ya li nêzî rêya gundî lêkolîn kir, diyar kir ku ji bo kana qûmê ya li herêmê li ser rêya dîrokî pirek hat çêkirin. Hatun destnîşan kir ku ev rê xwedî dîroka 2 hezar salî ye û wiha got: “Rêya Romayê hat terikandin. Cihekî dîrokî ye. Divê bê lêkolînkirin û parastin. Wan li wir kana qûmê ava kirin, ev bêhurmetî ye."

Hevşaredar karkerên li zeviya pembû ziyaret kir

Hevşaredar Hatun piştî serdana taxê, li ser rêya rê jî çû serdana karkerên li zeviya pembû dixebitin, bi wan re sohbet kir û pembû çinî.

Di ziyareta taxê de Hevşaredar Hatun bi Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergûn, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Azîz Ozdogan, serokên daîreyan û endamên meclîsê re hatin cem hev.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30