Hevşaredaran mazûvaniya Mahmut Ucak kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, mazûvaniya Mahmut Ucakê ku xitimîna di şebekeya ava baranê de paqij kir, kirin.

Mahmut Ucakê ku di dema barana zêde ya ku di 22yê îlonê de tesîreke neyînî li Amedê kiribû û vîdyoya wî li ser medyaya civakî hat weşandin, li Kolana Mehmet Uzun a Taxa Bagcilara navçeya Baglarê gelêşên ku di şebekeya xeta ava baranê de kom bûbûn paqij dikir. Bû mêvanê Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun.

Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Bucak û Hatun bi Ucak re hevdîtinek pêk anîn.

Hevşaredaran kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman û ji ber hişmendiya civakî careke din spasiya Ucak kir.

Hevşaredaran di 23ê Îlonê de Mahmut Ucak ê ku hişyariya civakî nîşan da, li mala xwe ziyaret kiribû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30