Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Hewengê Aygul Kapikaalî û Îsmaîl Yildiz qebûl kirin.
Hevşaredarên Hewengê Aygul Kapikayalî û Îsmaîl Yildiz serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun bi Kapikaalî û Yildirim re hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de li ser xebatên şaredariyê nêrîn hatin guherandin.
Hevşaredaran ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Kapikaalî û Yildirim kirin.
Di serdanê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re bûn.
Â