Banga Hevşaredar Hatun ji UNESCOyê re: Werin em bi hev re dîrokê biparêzin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun di Sempozyûma Navneteweyî ya Parastina Avahiyên Dîrokî de bang li UNESCOyê kir û got, "Werin em bi hev re wekî ku pêwist e van deran biparêzin." 

Ji aliyê Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB'ê (IMO) Şaxên Amedê û Enqereyê ve 7'emîn Sempozyuma Navneteweyî ya Parastina Avahiyên Dîrokî û Veguheztina Ewlehî ya Pêşerojê pêk hat.  Di vekirina sempozyuma ku 2 rojî li Dêra Surp Giragos a Amedê dom kir, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Aziz Oz,  Reşat Bakan, Serokê ÎMOyê Nusret Suna, Serokê Beşa Endezyariya Înşaatê ya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Dîcleyê Zeynel Fuat Toprak, akademîsyen û nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn. 

 Axaftina vekirinê li ser navê Komîteya Amadekar a Sempozyûmê Prof.  Dr.  Îdrîs Bedirhanoglu bi 3 zimanan silav da beşdaran û bal kişand ser girîngiya parastin û xurtkirina avahiyên dîrokî.  

 Hevşaredar Hatun: Hûn bi xêr hatin 'Bajarê Bîr û Evînê'

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun jî bi gotina 'Hûn bi xêr hatin Bajarê Bîr û Evînê' bi Kurdî beşdarên sempozyûmê silav kir.  Hatun, anî ziman ku ji bo tomarkirina avahiyên dîrokî, ronîkirina wan û jibîrnekirina wan bi salane di nava TMMOB'ê de bi hev re têdikoşin û got ku Amed mazûvaniya 33 şaristaniyan kiriye û dibe ku şopa derbasbûna 12 hezar û 500 salî ya ji bo niştecihbûnê hebe. Jiyan li van erdan dest pê bûye, arkeolog balê dibin ser Kortik Tepe û Qotê Berçem.  Hatun diyar kir ku bazaltê Qerejdaxê di dîroka hezaran salan de şopek hiştiye û israr, serhişkî, çand û dewlemendiya şaristaniyên li vir dijîn şahidiya tevahiya avahiya bajêr dike.  

'Hevoka ku min di sala 2017an de bikar anî derbasdar e'

Hatun Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling dema hewl dida ku zirarê nede avahiyên dîrokî û çandî jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî wiha got: "Hevoka ku min di sala 2017an de bi kar anî bû ev;  Cihên ku divê bi firçeya diranan bên paqijkirin û parastin bi tap û buldozeran hatin hilweşandin. Hevoka ku di sala 2017'an de dema ku ez rêveberê TMMOB'ê bûm, min dabû hê jî derbasdar e.  “Mixabin xwedîkirina avahiyên dîrokî, tenê tomarkirin, parastin û restorekirina wan nîn e. 

 Bang li UNESCOyê dikin

 Hevşaredar Hatun bal kişand ser reftarên bi fikar ên rêveberiya heyî ya UNESCO'yê ya ji bo parastina mîrateyên çandî yên cîhanê û got, "Em dixwazin ji sempozyûmeke navneteweyî careke din bang li UNESCO'yê bikin.  Ji bo me rûmet e ku Kela Amedê û Baxçeyên Hevselê di sala 2015'an de di nava Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê de cih girtin.  Em nikarin vê tevna çandî ya dîrokî bi tenê îfadekirina fikaran biparêzin.  Werin em bi hev re van deran li ku lê bin, bi awayê ku divê bê parastin biparêzin. Tenê tomarkirin ji bo me pêvajoyek e têrê nake." 

'Ya ku ev dîrok ji me re hişt Çemê Dîcle bi xwe ye'

 Hatun, anî ziman ku 60 kîlometre ji çavkaniya Çemê Dîcle heta Bismilê li cihekî bê qeyd, bênav, bê nav û statu ye û wiha dewam kir: "Bexçeyên Hevselê bêyî Çemê Dîcleyê ne tu tişt e.  Hemû ber û berhemdariya xwe ji çemê Dîcleyê distîne.  Îro Çemê Dîcle bi xwe ye, çavkaniya ava şirîn, axa Mezopotamya ya berdar e ku ev şop û dîroka van pêkhateyên dîrokî, 12 hezar sal derbasbûna mirovahiyê ber bi jiyana niştecih ve ji me re hiştine."

'Em ê avahiya dîrokî û çandî ya bajêr biparêzin'

 Hatun destnîşan kir ku endezyarên înşaetê pêşengên veguheztina avahiya dîrokî û çandî ji nifşekî bo nifşê ne û wiha got: “Em ê di rêveberiyên xwe yên herêmî de zanist û teknolojiyê esas bigirin.  Em ê avahiya dîrokî û çandî ya bajarê xwe di bin ronahiya zanist û teknolojiyê de li gel odeyên pîşeyî û rêxistinên sivîl biparêzin." 

 Piştî axaftinên vekirinê û konsera muzîkê, li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê dewreyên akademîk ên sempozyûmê dest pê kir.  Pêşniyarên sempozyûmê dê bi 3 zimanan (tirkî, kurdî û îngilîzî) bên kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31