Îstasyonên agirkujiyê tên xurtkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo parastina can û malê gel li 5 taxan alav û binesaziya Îtfaiyeyê xurt dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku wesayitên îtfaiyeyê ji şert û mercên avhewa û faktorên derve biparêze, li navçeyan hangarên bêserober temam dike.

Di vê çarçoveyê de ji aliyê Midûriyeta Karên Fenî ve, 1 li navçeyên Gêl, Hezro, Çinar, Licê, 2 û li navçeya Farqînê bi giştî 6 hangar hatin çêkirin.

Li navçeya Farqînê jî 4 wesayit û li taxên din jî 2 wesayit li hangaran îstasyonên dagirtinê hatin bicihkirin. Bi vî rengî, îstasyonên agirkujiyê ên ku di şewatên mezin ên wekî daristan û prêzeyan de li dijî demê berbaziyê dikin dê wextê li ser pêvajoya dagirtinê xilas bike.

Di heman demê de hangar dê wekî îstasyonên tamîrkirinê jî xizmetê bikin da ku xeletiyên teknîkî yên kamyonên agirkujiyê ji holê rakin.

'Ji wextê teserif tê kirin'

Îhsan Gezerê ku di Îtfaiyeyê de wek fermanber dixebite diyar kir ku ew hewl didin kêmasiyên îtfaiyeyê ji holê rakin. Gezer, da zanîn ku bi saya hangaran ew ê wextê xwe ji bo tijîkirina wesayîtên îtfaiyeyê teserif bikin û wiha got: “Me li hangarên xwe bazgehên zêde yên tijîkirina avê ava kirin. Ev dema me teserif dike. Bi taybetî di heyamên şewata prêzeyan de, dema ku deverên mezin û deverên daristanî dişewitin, em ê karibin bi lez kamyonên xwe yên agirkujiyê tijî bikin û vegerin cihê bûyerê."

Gezer bal kişand ser wê yekê ku hangar avantajên mezin didin îtfaiyeyê û got ku bi vî awayî wesayîtên agirkujiyê ji faktorên derekî û şert û mercên avhewayê tên parastin û wesayit jî dê temenê xwe dirêj bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31