Qada goristana nû tê hazirkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber ku qada goristana Yenîkoyê têrê nake, qadeke goristana 18 decarî ya nû hazir dike.

Piştî ku qada goristanê ya li Yenîkoyê têrê nekir, Midûriyeta Karên Tenduristiyê tedbîr girt.

Ekîbên Midûriyeta Karên Tenduristiyê, Park û Baxçeyan û Midûriyeta Lêgerîna Rê û Koordînasyona Binesaziyê ji bo ku qada 18 decarî ya ku li kêleka goristana heyî ya li Yenîkoyê ye, bikin goristan dest bi xebatê kirin.

Tîmên bi germegermî dixebitin, dê di nava çend rojan de qada goristana nû ji bo definkirinê amade bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo goristana nû tije bibe dê projeyên alternatîf ên ku ji bo goran amade kirine pêk bîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31