Li Taxa Yenîkoya Baxlarê xebatên dermankirinê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Yenîkoya navçeya Baxlarê, li dijî mar, dûpişk û kêzikên wekî wan xebatên dezenfektekirinê dimeşîne.

Ekîbên dermankirinê yên girêdayî Midûriyeta Tenduristiyê xebatên xwe yên dezenfektekirinê yên li taxên navendî û gundewarî didomînin da ku welatî jiyana xwe bi awayekî saxlem û rehet bidomînin. 

Di çarçoveya xebatan de giliyên di vî warî de bi dermanên ku li dijî mêş, kelmêş, mar, dûpişk û kêzikên bi vî rengî tên bikaranîn gelekî kêm bûne.

Li dijî kêzikan derman hat lêkirin

Ji xeynî dermanên ku di bernameyê de tên kirin, daxwaz û giliyên ku tên Xeta Piştevaniya Alo 153 jî tavilê tên bersivandin. 

Di vê çarçoveyê de li ser daxwaza welatiyên ku li Taxa Yenîkoya navçeya Baxlarê dijîn, ekîbên Dermankirinê yên Midûriyeta Karên Tenduristiyê daxwazên welatiyan li nuqteyên ku giliyê wan dikin, tevî ku ne di xebatê de bûn, karê dermanreşandinê pêk anîn.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31