Festîvala Zarokan a Xalîçeya Firinde bi konsêrekê bi dawî bû

Di çarçoveya Festîvala Zarokan a Xalîçeya Firinde ya Navneteweyî de ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve hatiye sazkirin, konsêrek ji bo zarokan hat dayîn.

Di çarçoveya çalakiyên Festîvala Zarokan a Xalîçeya Firinde ya Navneteweyî de ku ji aliyê Komeleya Huner Li Her Derê ve hatiye sazkirin û mêvandariya wê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve tê kirin, konsêrek hat dayîn.

Zarok bi malbatên xwe ve beşdarî konsêra festîvalê bûn ku li Şanoya Amfî ya Sumerparkê hat lidarxistin û 37 hunermend ji 16 welatan tê de cih girtin.

Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî konsêrê dan û bi dilê xwe kêfxweş bûn.

Festîvala Zarokan a Xalîçeya Firinde ya Navneteweyî piştî pêşandana konsêrê bi dawî bû.

'Îro zarokên me gelekî kêfxweş bûn'

Dêûbavan jî bi şahiya zarokên xwe re demên nayên jibîrkirin jiyan. Hediye Tekiner, ku bi zarokên xwe re hatibû konsêrê, wiha got: "Li dirêjahiya rojê zarokên me gelekî kêfxweş bûn. Beşdarî çalakiyan bûn. Di dawiyê de em hatin konsêrê. Îro zarokên me gelekî kêfxweş bûn. Em gelek spasiya Şaredariya Mezin dikin. Em li benda berdewamiya van tiştan in ji bo zarokên Amedê."

'Zarok gelekî baş kêfxweş dibin'

Ozbek Eneş jî, ku anî zimên ku ew bi zarokên xwe re bûne şahidê çalakiyeke pir xweş, got: "Bi rastî çalakiyeke pir xweş hatiye sazkirin. Zarok gelekî baş kêfxweş dibin. Ez spasiya hemû hevalên ku xebat kirine dikim."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31