Coşa konserê li Meydana Şêx Seîd

Li konserê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Meydana Şêx Seîd hatiye lidarxistin, bi hezaran kes li gel Kardeş Turkuler û Hevra civiyan.

Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Meydana Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) bi beşdariya komên Kardeş Turkuler û Hevra konserek li dar xist. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran welatî beşdarî konserê bûn.

Hevşaredar Hatun: Bila stranên me kêm nebin

Beriya konserê Hevşaredar Dogan Hatun axivî û got: "Me gotibû em ê bên, va ye em hatin Amed. Hûn bi xêr hatin ser çavan." Hatun wiha axivî: "Me gotibû, hin wê herin, em ê bên. Em dîsa hatin. Meydan dîsa qadên me ne. Bila stranên me, çanda me, zimanê me ji meydanên me kêm nebin." Hatun wiha domand: "Em li çanda xwe, zimanê xwe, hunera xwe, axa xwe û ava xwe xwedî derkevin. Azadiya me li benda me ye. Çiqas ev qad tijî bin, em ê bigihîjin azadî û aramiyê."

'Em bi zimanê xwe, bi çanda xwe li vir in'

Hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Abbas Şahin jî got ku di 8 salên dawî de qeyûman her rê û rêbaz ceribandine da ku gel zimanê xwe û çanda xwe bi kar neynin û wiha axivî: "Di rewşa ku em gihiştinê de, em bi ciwanên xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe li vir in. Li ku derê huner hebe, li wir azadî heye, li ku derê azadî hebe, li wir aştî heye. Daxwaza me ji ciwanên me ew e ku hûn li zimanê xwe, çanda xwe, axa xwe, kolanên xwe û herî zêde jî li tenduristiya xwe xwedî derkevin."

'Em dixwazin bi wan re stranan bibêjin'

Piştî axaftinan koma Hevra derket ser dikê, diyar kir ku ew zextên li ser zimanê kurdî şermezar dikin û bi stranên xwe yên kurdî gel coşand. Solîsta Kardeş Turkuler Feryal Oney jî wiha got: "Unzile, Guldunya, Ceylan, Cemîle ya ku di sarkerê de hatiye hiştin û niha jî Narîn û gelek ên din. Em naxwazin van navan di stranan de jîndar bikin, em dixwazin ew di jiyanê de bimînin. Êdî em naxwazin ji bo wan şînan bikin, em dixwazin bi wan re stranan bibêjin."

Ji her zimanî stran hatin gotin, govend hat girtin

Jin, ciwan û zarokan di vê konsera bêpere de li gel stranên Hevra û Kardeş Turkuler ên bi her zimanî beşdarî kirin û govend girtin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31