Li navçeyan 500 kargehên xwarinê ketin ber kontrolê

Hevahengiya Kontrola Xwarinê ya ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve bi hevkariya şaredariyên navçeyan ve hatiye avakirin, bi armanca gihîştina xwarina tendurist ji bo gel, di mehekê de li 13 navçeyên gundewarî, sehêtiya 500 kargehên xwarinê pêk anî.

Hevahengiya Kontrola Xwarinê ya ku ji aliyê Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê ve hatiye avakirin da ku hemwelatî bigihîjin xwarinên tenduristtir û ewletir li seranserê bajêr, li navenda bajêr û navçeyên gundewarî xebatên xwe didomîne.

80 karmendên Hevahengiya Kontrola Xwarinê, di mehekê de li 13 navçeyên gundewarî sehêtiya 500 cihên kar ên wek kantînên xwendegehan, nanpêjxane, market, qesab, xwaringeh û hwd kirin. Wan li ser rêzikên paqijiyê, mercên hilanîna xwarinan û paqijiya cihên hilberînê kontrol pêk anîn.

Hevahengiya Kontrola Xwarinê hişyarî da kargeh û cihên karê ku li gorî rêzikan tevnedigeriyan û li hemberî wan prosedurên qanûnî pêk anîn.

Hevahengiya Kontrola Xwarinê dê ji bo gihîştina gel a xwarinên tendurist, kontrolên xwe bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31