DÎSKÎyê 13 hezar û 800 metre xeta avê ya vexwarinê danî

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎya Şaredariya Mezin a Amedê, di 6 mehên dawî de ji bo dabînkirina pêdiviya avê ya vexwarinê, li 4 navçeyên navendî û taxên gundewar ên girêdayî wan, bi tevahî 13 hezar û 800 metre xeta avê ya vexwarinê danî.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li her aliyê bajêr ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya bênavber û tendurist xebatên xwe didomîne. Tîmên DÎSKÎyê, ji bo dabînkirina pêdiviya avê ya vexwarinê ya navçeyên Baxlar, Sûr, Kayapinar û Yenişehirê û taxên gundewar ên girêdayî, 13 hezar û 800 metre xeta torê ya avê ya vexwarinê danîn.

6 hezar û 770 metre girêdana abonetiya nû hat çêkirin

Di navbera 1'ê Nîsanê û 27'ê Îlonê de, ji bo dabînkirina pêdiviya avê ya vexwarinê ya cih û warên rûniştinê û bazirganiyê, li 4 navçeyên navendî û taxên gundewar ên girêdayî, li ser 6 hezar û 770 metre xeta torê 450 girêdanên nû yên abonetiyan hatin çêkirin.

Mudaxeleya lezgîn a 2 hezar û 109 xirabiyan

Tîmên girêdayî Serokatiya Beşa Avê ya Vexwarinê, li gorî tespîtên li cih û ihbarên ku ji ser ALO 153'yê hatine, ji 1'ê Nîsanê ve li navçeyên Yenişehir, Baxlar, Kayapinar û Surê çaksazî û tamîra 2 hezar û 109 xirabiyan a avê ya vexwarinê pêk anîn.

'Rê li ber herikîna 525 lître avê ya di saniyeyekê de hat girtin'

Midûrê Beşa SCADA û Pergala Agahiyên Erdnîgarî yê DİSKİ'yê Ahmet Arslan der barê mijarê de agahî da û balê kişand ser girîngiya tasarufa avê û diyar kir ku ji bo dabînkirina pêdiviya avê ya vexwarinê ya 4 navçeyên navendî yên bajêr û taxên gundewar ên girêdayî 13 hezar û 800 metre tor danîne. Arslan destnîşan kir ku pêdiviya avê ya vexwarinê ya van taxan hatiye dabînkirin û got: "Ji 1'ê Nîsanê ve di encama lêgerîna fizîkî ya wendahiyê de 425 xirabi yên ku bi amûrên guhdariya akustîk hatine tespîtkirin hatin çaksazkirin. Bi saya xebatên tamîrê yên ku hatin kirin, rê li ber herikîna 525 lître avê ya di saniyeyekê de hat girtin û tasarufa avê hat kirin. Wekî Rêveberiya Giştî ya DİSKİ'yê, xebatên me yên ji bo dabînkirina pêdiviya avê ya tendurist û bênavber a gelê me bê navber dê berdewam bikin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31