Li Roja Cîhanî ya Kalan de welatiyên temenmezin bi tenê nehatin hiştin

Tîmên Şaredariya Mezin a Amedê, bi sedema Roja Cîhanî ya Kalan serdana welatiyên 65 salî û mezintir li malên wan kirin.

Tîmên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi sedema Roja Cîhanî ya Kalan welatiyên 65 salî û mezintir bi tenê nehiştin. Tîmên ku di nav wan de Midûrê Şaxa Xizmetên Kêmendam û Kalan ê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî Îsmaîl Degirmencî jî hebû, di serdanên malê de bi welatiyên temenmezin re sohbet kirin û daxwazên wan guhdarî kirin. Tîman, pakêtên diyariyan dan welatiyên ku bûn mêvanên wan.

'Em ê her dem bi wan re bin'

Midûrê Şaxa Xizmetên Kêmendam û Kalan Îsmaîl Değirmencî, derbarê xebatên xwe de agahî da û got ku ew ê welatiyên temen mezin bi tenê nehêlin û wiha got: "Me soz dabû ku di xebatên Plana Stratejîk a 2025-2029'an de ku hemû hebûn û nasnameyan tê de jiyan bibînin, em ê bi têgehên şaredariya beşdar, civakî û gihîştbar karên xwe bikin rastî. Her çiqas îro di 1'ê Cotmehê de em serdana kalemêrên xwe dikin jî, em peyama ku berî vê û piştî vê jî em ê her dem bi hev re bin, bi teqez parve dikin. Em ê her dem bi wan re bin û piştgiriya hev bikin."

Xizmeta lênihêrîna li malê ya ji bo kalan berdewam dike

Yekeya Kalan a ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de xebatên xwe didomîne, ji bo kalên ku bi tenê dijîn û di dabînkirina pêdiviyên xwe de zorê dikişînin, xizmeta paqijkirina malê didomîne.

Tîmên Yekeya Kalan, li malên kalên ku hatine tesbîtkirin ji A heta Z paqijiyê dikin û dihêlin ku ew di hawîrdoreke paqijtir û tenduristtir de dem derbas bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31