Hevşaredar Bucak, li Saziya Paqijkirina Ava Vexwarinê sehêtî kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Saziya Paqijkirina Ava Vexwarinê hemû qonaxên derbasbûna avê li cih lêkolîn kir û bal kişand ser girîngiya tasarufa avê.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, serdana Saziya Paqijkirina Ava Vexwarinê kir ku li taxê Talaytepe ya navçeya Kayapinarê ye û rojane 282 hezar metrekup av paqij dike û dide bajêr. Di serdanê de, Alîkarên Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Av û Kanalîzasyona Amedê (DÎSKÎ) Serdar Arslan û Mehmet Harun Vural, Serokê Daîreya Tesîsên Avê Ozgul Hillez û endamên meclîsê ligel Hevşaredar Bucak bûn.

Hevşaredar Bucak li tesîsê geriya

Hevşaredar Bucak, ku ji aliyê Alîkarên Rêveberê Giştî yê DÎSKÎ û karmendên wê ve hat pêşwazîkirin, bi karmendan re sohbet kir û derbarê Saziya Paqijkirina Ava Vexwarinê û xebatan de ji berpirsên yekîneyên têkildar agahî wergirt.

Paşê, Hevşaredar Bucak li Saziya Paqijkirina Ava Vexwarinê geriya û hemû qonaxên ava vexwarinê li cih lêkolîn kir.

'Ji bo tasarufa avê divê di civakê de hestiyarî çêbe'

Hevşaredar Bucak, diyar kir ku divê xebatên li Saziya Paqijkirina Ava Vexwarinê bêtir xuya bibin û got ku navendek dikare were avakirin ku tê de qonaxên derbasbûna avê bên ravekirin û ji bo di civakê de hestiyarî û hişmendî ya derbarê tasarufa avê de were afirandin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31