Hevşaredar Hatun, beşdarî Pêşangeh û Lûtkeya Rêveberiya Afetan bû

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî Pêşangeh û Lûtkeya Rêveberiya Afetan a NADMEX bû.

Hevşaerdarê Bajarê Mezin ê Dogan Hatun, serdana Pêşangeh û Lûtkeya Rêveberiya Afetan a NADMEX kir ku ji aliyê Sektorel Fuarcilik û Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê (ÎTU) ve hatibû organîzekirin.

Hevşaredar Hatun, li standên ku li Navenda Pêşangehan a Stenbolê hatibûn danîn geriya û amûrên teknîkî yên ku di afetan de tên bikaranîn ji nêzîk ve dîtin.

Di pêşangeh û lûtkeyê de ku dê 3 rojan bidome, pêşveçûn û stratejiyên derbarê rêvebiriya afetan de dê bên nirxandin.

Serokê Daîreya Karûbarên Afetan Murat Eminoglu û Serokê Daîreya Agirkujiyê Azat Yildiz ligel Hevşaredar Hatun amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31