Şaredaran bal kişand ser zêdebûna tundiya ser jinan

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên jin û nûnerên saziyên jinan ên beşdarî Komxebata Polîtîkayên Jinan yên li Rêveberiyên Herêmî bûn, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û bal kişandin ser zêdebûna tundiya li ser jinan.

"Komxebata Polîtîkayên Jinan yên Rêveberiyên Herêmî" ya li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê hat lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de dewam kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, şaredarên jin, Hevseroka berê ya DBBê Gultan Kişanak û nûnerên saziyên jinan ên beşdarî komxebatê bûn, têkildarî tundiya li ser jinan li ber Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

'Ev rewş nayê qebûlkirin'

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen daxuyanî da û diyar kir ku ji bo protestokirina qetlîamên li ser jinan li hev civiyane û bi salan e tundiya li ser jinan didome. Îşbîlen bi bîr xist ku heta duh 4 jin hatin qetilkirin û wiha got: “Piraniya jinan di qonaxa telaqê de tên qetilkirin. Dema me duh ev nîqaş dikirin, li Amedê jinek li ber çavên zarokên xwe hat qetilkirin, ev kirin ne ya qebûlkirinê ye. Ev gihiştiye asteke ku ji komkujiyên jinan wêdetir. Jin koletiyê qebûl nakin.”

'Em soza jiyaneke wekhev didin'

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, diyar kir ku dema rêveberiyên herêmî polîtîkayên li dijî tundiya li ser jinan û îdeolojiya zayendperest a ku vê çêdike nîqaş dikin, qetlîamên li ser jinan dewam dikin. Şedal, anî ziman ku ji bo her jineke ji jiyanê hatiye mehrûmkirin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em lê digerin, Gulîstan Doku li wir nîne û nayê dîtin. Hîn jî em şîn û êşa Narînê di dilê xwe de hildigirin, Rojîn Kabaiş hîn nehatiye dîtin. Dema me nîqaş dikir ku em ê polîtîkayên jinan bi hêztir bimeşînin, duh li vir li navenda Sûrê jinek hat qetilkirin. Dema ku me ev têkoşîn li hev kirin, li Stenbolê du jin hatin qetilkirin.”

Şedal diyar kir ku bi hedefgirtina jinan re dixwazin nirx û exlaqê civakê hilweşînin û got, “Em soz didin hemû jinên ji jiyanê hatine mehrûmkirin. Em soz didin ku em ê jiyaneke azad û wekhev ji bo me hemûyan ava bikin.”

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31