Hevşaredar Hatun: Ger hûn bixwazin xizmetê bidin, hûn dikarin Hewzeya Kasorê ji turîzmê re vekin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, ku têkildarî xebatên madenê yên li Hewzeya Kasor a navçeya Pasûrê beşdarî daxuyaniyê bû, bal kişand ser çavkaniyên avê yên li herêmê û got, "Heke hûn bixwazin xizmetê bidin, dikarin vê derê ji bo tûrîzmê vekin."

Platforma Parastina Hewzaya Kasorê têkildarî xebatên madenê yên li Hewzeya Kasorê ya ku gundên Arxetîn, Koyê, Gavgas, Xurûc, Tîyas, Cixsê, Hevêdan û Qaso ên navçeya Pasûrê ya Amedê lê ne, daxuyaniyeke çapemeniyê da. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk, Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Serhat Eren û Ceylan Akça, welatiyên li taxên herêmê dijîn û derdorên li Hewzeya Kasorê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de li ser navê platformê Sekreterê Komîsyona Hawirdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê Ahmet Înan û Wekîlê Partiyê yê DEMê Serhat Eren axivîn û destnîşan kirin ku karê kanzayê wê zirarê bide axa herêmê û ava wê neyê bikaranîn.

Hevşaredar Hatun: Çavkaniyên ji madenan girîngtir hene

Di daxuyaniyê de Hevşaredar Dogan Hatun diyar kir ku ava vexwarinê ya herêmê ne tenê gel û xwezaya vir têr dike, tevahiya Pasûrê jî têr dike û wiha got: “Em herêma Çiyayê Hesendînê baş nas dikin. Di siya her darê de jiyan heye. Rast e, ev herêm bi qasî ku li ser rûyê erdê ye, di binê erdê de jî dewlemend e. Tê gotin ku li vir gelek kanî hene. Wek endezyar ez dikarim li ser vê yekê çend tiştan bibêjim. Ji binê gundên vê herêmê heta devê Pasûrê kaniyeke madenê ya dewlemend heye. Dema ku kare maden tê kirin, divê ji bo civakê sûdmend be. Maden ji bo dewletan dewlemendiyeke xwezayî ne. Lê belê, çavkaniyên wekî av û ax ji madenan girîngtir jî hene. Weke DÎSKÎ me li vir xebatên qadê meşand. Ava Pasûrê ji Geliyê Qasoyê tê. Nêzî 12 hezar û 500 kes ji vê avê sûd werdigirin. Li ku derê Tirkiyeyê li herêmeke bi ava şirîn kanzaya madenê tê kirin?"

'Hûn dikarin vê derê ji turîzmê re vekin'

Hatun bi bîr xist ku herêma Hevêdan ji 18 gund û nêzî 50 mezrayan pêk tê û got, “Bi giştî 60 mezrayan. Hemû ava wê ji vir diherike. Mesele ne tenê tijîkirin û kişandina avê ya nav xurtoman e, mesele avên bin erdê ye. Ev hewza avê ya binerdê ye. Li vir berfeke zêde dibare û hemû vediguhere avên bin erdê. Mirov, heywan, ax, zevî, dar hemû ji vê avê sûd werdigirin. Ger hûn dixwazin li vir xizmetekê bikin; Ev herêm ji aliyê turîzmê ve dewlemend e. Hûn dikarin vê derê ji turîzmê re vekin." 

'Hûn ê 25 hezar kesî koçber bikin'

Hevşaredar Hatun, da zanîn ku gundên herêmê li ser hewza avê ne û wiha dewam kir: “Li van gundan tu carî kêmbûna avê çênebûye. Dema ku hişkesalî çûbûya van gundan ava xwe bi hev re par ve dikirin. Kasor ava xwe bi xelkê Pasûrê re par ve kir. Ev geliyê li kêleka me ava xwe bi Hevêdan re parve dikir. Ev herêm ava xwe bi hev re par ve dike, kevneşopiyeke bi hezaran salan e. Ev çandeke kevnar e. Dema hûn vê derê bikin kan, pêşî hûn ê vê çandê tine bikin. Hûn ê vê xwezaya paqij xera bikin û 25 hezar kesên li ser vê avê dijîn koç bikin. Di vê yekê de 'berjewendiya giştî' li ku ye? "Ma hûn ê Pasûrê ji vir derxînin?"

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31