Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin bi serketinê dest bi lîgê kir

 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi serkeftina 3-0 dest bu maça xwe ya ewil du Lîga 2yemîn de kir.

 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di sezona borî de bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê derketibû Lîga 2yemîn, di pêşbirka xwe ya ewil a Koma 15emîn a vê sezonê da mazûvaniya Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên Osmaniye Düziçi kir.

 Di pêşbirka li Salona Sporê ya Osmaniye Tosyaliyê de Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin di seta ewil de 25-9, di seta duyemîn 25-5 û di seta sêyemîn de 25-16 rikbera xwe têk bir.

 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin ku bi serkeftineke cuda dest bi lîgê kir û maça xwe ya ewil 3-0 bi ser ket, wê bê navber dest bi amadekariyên maçên din ên lîgê bike.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31