Ji bo bîranîna nivîskar Mehmed Uzun pêşangehek hat vekirin

Çalakiyên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo bîranîna Nivîskar Mehmed Uzun ku yek ji navên girîng ên wêjeya Kurdî ye, bi vekirina pêşangehê dest pê kir. Di vekirina pêşangehê de Hevşaredar Serra Bucak axivî û diyar kir ku wan ji bo bîranîna Mehmed Uzun xebatên kolektîf meşandine.

Nivîskar Mehmed Uzun di 17emîn salvegera wefata xwe de bi rêzeçalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî û malbata Mehmed Uzun ve tên lidarxistin, tê bibîranîn. Çalakî bi pêşangeha Axaftina Azadî ya karîkaturîst Seyda û Ulf Ivann Nilson ên li Swêdê dijîn dest pê kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak û hunermend û hunerhezên bajêr beşdarî vekirina pêşangeha li Navenda ÇandAmedê bûn.

Seyîthan Anter di vekirina pêşangehê de axivî û diyar kir ku ew ji bo bîranîna Mehmet Uzun hatin cem hev û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hemû kesên ku piştgirî dan çalakiyên ku bên lidarxistin kirin.

Hevşaredar Bucak: Her kes dikare beşdarî çalakiyên me bibe

Hevşaredar Serra Bucak di vekirina pêşangehê de bi kurdî axivî û diyar kir ku wan xebatên kolektîf ji bo bîranîna Mehmed Uzun meşandine û got, “Dema ku hevalan xwestin hefteya Mehmed Uzun bi hev re li Amedê pêk bînin, me got erê. Mehmed Uzun rûmeta me ye. Zimanê me jî rûmeta me ye. Loma jî me got em ê piştgiriyê bidin edebiyata kurdî. Em dixwazin li vî welatî ziman, çand û huner ji nû ve ava bikin. Em kêfxweş in ku hunermend ji Swêdê hatine vir. Em hêvîdar in ku ciwan, wêjehez û wêjehezên Amedê yên kurdperwer werin û beşdarî bernameyên me yên vê hefteyê bibin. Du panelên me hene. Li ser gora Mehmed Uzun jî çalakiya me ya bibîranînê heye.”

'Em têkoşîna Uzun bi karîkaturan didomînin'

Hunermend Seyda der barê qonaxa amadekirina pêşangehê de agahî da û diyar kir ku bi hunermend Nîlson re li heman bajarî dijîn û projeyeke hevpar pêk anîne. Seyda diyar kir ku nêrîna Mehmed Uzun a li ser mafên mirovan û demokrasiyê ji bo wan gelekî girîng e û got, “Berxwedana Mehmed Uzun bingeha projeya me bû. Em têkoşîna wî bi karîkaturan didomînin.”

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31