Li ser rêya Habeşî TOKÎ 42 rawestgehên nû hatin çêkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser rêya 500 Evler, Taxa Qiralî û Habeşî TOKÎ 42 cihên nû yên rawestanê diyar kirin û tabela danîn.

Midûriyeta Gihandinê ji bo welatiyên ku li Niştecihên Erdhejê yên TOKÎyê dimînin bi lez û bez xwe bigihînin navenda bajêr û nerehetiyê negirin xebatên xwe didomînin.

Li ser rêya 500 Evler, Taxa Qiralî û Habeşî TOKÎ ji aliyê ekîbên Midûriyeta Gihandinê ve 42 cihên nû yên rawestgehê hatin diyarkirin û tabela hatin danîn. Bi vî karî dê hemwelatî bi hêsanî guhestina giştî bikar bînin. Piştî ku xebatên asfalt û navîn ên li ser rêyê qediyan, ekîb dê li nuqteyên diyarkirî rawestgehan daîmî bikin.

Ekîb li gorî hewcedariyê li navenda bajar, navçe û taxên gundan cihên rawestgehên nû tespît dikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31