DÎSKÎyê 11 hezar û 329 metre xeta kanalîzasyonê çêkir

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 6 mehên dawî de li tevahiya bajêr 11 hezar û 329 metre xetên kanalîzasyonê danîne ku ava çopê bi awayekî saxlem bê avêtin.

Ekîbên Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku xizmetên binesaziya bajêr bi rihetî û tendirustî bên kirin xebatên xwe didomînin.

Ekîbên DÎSKÎyê ji bo ku ava kanalîzasyonê ya 4 navçeyên navend û 13 navçeyên bejahiyê bi awayekî saxlem bê berhevkirin û bi awayekî ku zirarê nede hawirdorê bê avêtin, 11 hezar û 329 metre dirêj xetên kanalîzasyonê danîn qadên pêwîst.

1871 metre xeta ava baranê heta navenda bajêr

Ji bo ku xisarên lehî û lehiyê yên ji ber barana ji nişka ve û zêde çêdibin kêm bibe, li navçeyên Baxlar û Kayapinarê li herêmên bi pirsgirêk bi dirêjahiya hezar û 871 metre xeta ava baranê hat çêkirin.

Pirsgirêka avê ya du taxan a ku bi salan e didome hat çareserkirin

Ekîban bi xebatên xwe pirsgirêkên ava çopê yên Taxa Qerekilîse ya navçeya Yenîşehîrê û Taxa Gozelê ya navçeya Baxlarê çareser kirin. Ekîban 2 îstasyonên pompeyî û xeteke pompeyî ya bi dirêjahiya hezar û 657 metreyî ji bo rakirina ava çopê çêkirin.

Ji qirêjiya çemê Dîcleyê tê astengkirin

Bi saya 2 istasyonên ku hatine avakirin, ava bermayiyên taxan dê bên avêtin, li Tesîsa Parzûnkirina Ava Biyolojîk a parêzgehên navendî bên paqijkirin û derbasî Çemê Dîcleyê bibin. Bi vî awayî pêşî li qirêjbûna çemê Dîcleyê tê girtin.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê dê li seranserê bajêr veberhênanên binesaziyê bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31