Hevşaredaran Pergala Kontrola Trafîkê seh kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Navenda Kontrola Trafîkê ya ku li 64 xaçerêyan Pergala Kontrola Girêdana Dînamîk a ku li gor teknolojiya pêşketî hatiye nûkirin, ji bo ku trafîka bajêr rehet bibe, li 64 xaçerêyan hatiye koordînekirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, çûn serdana Navenda Kontrolkirina Trafîkê û Şopandina Otobusan a li Midûriyeta Gihandinê û lêkolîn kirin. Piştî axaftinan li ser Pergala Kontrola Xaçerêyên Dînamîk, Hevşaredaran li ser hêsankirina trafîka bajêr nêrînên xwe dan der.

Pergala Kontrola Trafîkê a Dînamîk

Pergala Kontrola Xaçerêyan a Dînamîk a ku di sala 2016an de li 54 xaçerêyan bi qasî 300 kamerayan hat bicihkirin, ji bo ku li Amedê barê trafîkê siviktir bibe û bikêrtir bibe, îsal ket ber temîrkirin û nûvekirinê. Bi pergala ku hat nûkirin û hejmara xaçerêyan derket 64an, armanc tê kirin ku bi operasyonên wekî "şopandina ji dûr ve, kontrolkirina ji dûr ve, rêveberiya dînamîk, xweşbîniya demê û hevrêziyê" seyrûsefera bajêr bi hêsanî û ewletir were rêvebirin.

 'Pergal li gorî teknolojiya pêşkeftî hate nûkirin'

Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku li 64 xaçerêyên Amedê bi 300 kamerayan ji bo trafîka bajêr rehet bibe û bikêrtir bibe Pergala Kontrola Xaçerêyên Dînamîk bi 300 kamerayan hat danîn. Cengîz bal kişand ku trafîka bajêr di cih de tê şopandin û bi vî awayî tê birêvebirin û wiha got: “Li xaçerêyên heyî yên ku di sala 2024an de temîrkirin û revîzyona wan bi dawî bû, li gor teknolojiyên pêşkeftî xeletî tên rakirin û nûkirin. Armanca me bi van lêkolînan kêmkirina demên rêwîtiyê, kêmkirina dorê, misogerkirina ewlehiya trafîkê û kêmkirina rawestan û çûna trafîkê ye. Xaçerxan tavilê têne şopandin û destwerdana pergala îşaretkirina bilez tê kirin da ku hemwelatî karibin di demeke kurt de biçin cihên ku dixwazin biçinê." 

Di sehbêriyan de ligel Hevşaredaran Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz û endamên meclîsê jî amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31