Şanda Partiya DEMê serdana Hevşaredaran kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên Komîsyona Ekolojî û Çandiniyê ya Partiya DEMê Melîs Emîne Tantan û Îbrahîm Akin pêşwazî kirin.

Hevserokên Komîsyona Ekolojî û Çandiniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Melîs Emîne Tantan û Îbrahîm Akin, Parlamenterê Amedê Serhat Eren û rêveberên parêzgehê yên DEMê hatin serdana Şaredariya Bajarê Mezin.

Piştî pêşwaziyê, hevşaredar Bucak û Hatun bi heyeta Partiya DEMê re hevdîtinek pêk anîn.

Di seradanê de li ser pirsgirêkên ekolojîk û projeyên hawirdorê yên li bajêr nêrîn hatin guherandin.

Di seradanê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31