Hevşaredar Bucak û Hatun: Tîmên me li meydanê ne, vê gavê tiştekî neyînî tune

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, diyar kirin ku li Ameda ku erdheja bi lerza 5,9an a li navçeya Kalê ya Meletiyê hat hîskirin ti bandoreke neyînî li wan nekir û wiha gotin, "Ji bo hemû bajarên erdhej hîskirî derbasî be. Em bi hemû yekîneyên xwe li meydanê ne.”

Erdheja bi lerza 5,9 ku li navçeya Kalê ya Meletiye pêk hat li gelek bajaran bi taybetî jî li Amedê bi bandor bû. Bi erdhejê re welatî daketin kolanan. Piştî erdhejê sazî û rêxistinên pêwendîdar li gelek bajaran bi taybetî li Meletî û Amedê li ser rewşa muhtemel lêkolînan dikin.

Hevşaredar Bucak: Ji bo tev bajarên herêmê derbasî be

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev tişt parve kir: “Em ji Amed, Meletî û bajarên herêmê yên ku erdhejê hîs kirine re şifayê dixwazin. Niha ekîbên me li bajarê me li meydanê ne û li gorî agahiyên hatine bidestxistin tiştekî neyînî tune ye. Tîm û xebatkarên me dê li qadan bin û tedbîran zêde bikin."

Hevşaredar Hatun: Em bi hemû yekîneyên xwe li meydanê ne

Hevşaredar Dogan Hatun ku bi welatiyên ku li navçeya Baxlarê daketin qadan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Ji ber erdheja ku navenda wê li navçeya Kalê ya Meletiyê pêk hat, ji hemû welatiyên me re şifayê dixwazim. Em bi hemû yekîneyên xwe li meydanê ne. Heta niha li bajarê me rewşeke neyînî ya cidî rû nedaye."

Tîmên agirkujiyê ekîb ava kirin

Midûriyeta Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku piştî erdhejê ket alarma sor, 2 ekîbên lêgerîn û xilaskirinê ku her yek ji wan ji 10 kesan pêk dihat ava kirin. Ekîbên îtfaiyeyê heke rewşek çêbibe li navenda Amedê digere. Ekîb ji ber erdhejê li gelek bajaran bi taybetî li Meletiyê ji bo rewşên neyînî yên ku çêdibin ji bo alîkariyê amade ne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31