Hevşaredar Hatun avahiya ku erdhejê xisar lê daye seh kir

 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, avahiya ku tê diyarkirin avahiya li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê li ber bandora erdhejê ketiye lêkolîn kir û ji bo xisarê binirxîne ekîb wezîfedar kir.

Erdheja bi lerza 5,9 ku li navçeya Kalê ya Meletiye pêk hat li gelek bajaran bi taybetî jî li Amedê tesîr kir. Di dema ku hemû ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî rewşên neyînî yên li bajêr xebatên xwe didomînin, Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun li Taxa Şêx Şamil a navçeya Baglarê bi welatiyên li parkan li bendê ne hatin cem hev. Hevşaredar Hatun diyar kir ku ti rewşeke neyînî ji bo welatiyan tune ye, xwest ku zû baş bibin û xwest her kes bêdeng nemîne.

Hevşaredar Hatun ekîban wezîfedar kir

Hevşaredar Hatun piştre derbasî Apartmana Çeşme ya li Kolana 18an a Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê bû ku hat ragihandin ku di erdhejê de zirar dîtiye, bû. Hatun bi niştecihên avahiyê yên li kolanê yên li bendê ne re hevdîtin kir û der barê avahiyê de ji ekîbên Midûriyeta Îtfaiye, Zabite û Afatê agahî girt. Hatunê ku hundirê avahiya ku di erdhej Mereşê ya 6ê Sibata 2023an da sivik zirar dîtibû lêkolîn kir, ji bo xisarê binirxînin ekîbên kontrolê yên şaredariyê wezîfedar kirin.

Ekîbên Îtfaiye, Zabite û Karûbarên Afatê yên Şaredariya Bajarê Mezin jî ji ber ku rewşeke muhtemel çêbibe li ber avahiyê ne.

Hevşaredar Dogan Hatun tevî Hevşaredarên Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ozgur Yildiz, serokên daîreyan û endamên meclîsê li qadan bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31