Aşûre di Roja Xwarinê ya Cîhanê de li welatiyan hat belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 16ê Cotmehê Roja Xwarinê ya Cîhanê li Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîrê û Kolana Huzur a navçeya Baxlarê aşûre da welatiyan.

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê bi boneya 16ê Cotmehê Roja Xwarinê ya Cîhanê li Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîrê û Kolana Huzur a navçeya Baxlarê çalakiya Aşûreyê li dar xist.

Di çalakiya li Taxa Ben û Senê de Alîkara Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk û Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sûmer ji welatiyan re aşûre belav kirin.

Di çalakiya li Kolana Huzur a Dortyol a navçeya Baxlarê de Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş û Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli aşûre belav kirin.

Di bernameyê de xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin li ser wate û girîngiya rojê broşur li welatiyan belav kirin û agahdar kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31