Li Licê Atolyeya Hunerê ya Zarokan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Licê ji bo zarokan çalakiya atolyeya muzîk û resimê li dar xist.

Li navçeya Licê ya Amedê ji bo eleqeya zarokan a ji hunerê re zêde bibe û potansiyela wan derkeve holê, Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, Atolyeya Hunerê ya Zarokan li dar xist.

Di komxebata ku bi hevkariya Navenda Ma Muzîkê hat lidarxistin de, mamoste bi erbane û stranên ku bala zarokan bikişîne serdana taxên navenda navçeyê kir û zarok kom kirin.

Mamosteyan bi zarokan re atolye li dar xist, stran gotin, li enstrumanan xistin û wêne kişandin. Zarok û dêbavên wan di çalakiyê de kêfxweşiyek mezin dîtin.

Dêbavên zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku bi vê çalakiyê zarokan rojeke cuda û xweş derbas kir.

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî dê li deverên cuda yên bajêr ji bo zarokan atolyeyên hunerî yên zarokan organîze bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31