Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, xebatên 'Rawestgeha Biaqil' ên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve tên meşandin, li cihê wê seh kir.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê li rawestgehan ekranên agahdarkirinê danîn da ku welatî dema çûnûhatina otobusan heta rawestgehê bişopînin.
Hevşaredar Bucak Rawestgeha Esma Ocakê a navçeya Yenîşehîrê kontrol kir. Bucak der barê ekranên agahdarkirina rêwiyan de ji Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz agahî girt. Bucak ji bo temamkirina kêmasiyên li rawestgehan yekîneyên pêwendîdar wezîfedar kir.
Hevşaredar Bucak bi rêwiyên li rawestgeha otobusê sekinîbûn re sohbet kir û li nêrîn û pêşniyarên wan guhdarî kir.
Di sehbêriyê de Bakan û Cengîz û endamên meclîsê jî bi Hevşaredar Bucak re amade bûn.
Â