Helbestvan û nivîskar Cegerxwîn hat bibîranîn

Yek ji şakarên edebiyata Kurdî Cegerxwîn, di 40emîn salvegera mirina xwe de bi çalakiyekê hat bibîranîn.

Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo salvegera mirina Helbestvan û Nivîskar Cegerxwîn, li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê çalakiyeke bibîranînê li dar xist. Di bibîranînê de Hevserokê Şaredariya Farqînê Kadri Esen, Hevserokê Şaredariya Heniyê Hamdullah Demir, Seroka Karûbarên Çandî û Civakî Zeynep Yaş û edebiyatvanên bajêr beşdar bûn.

Bername bi nîşandana sînevîzyonekê ku ji jiyana Cegerxwîn beş tê de hebûn dest pê kir. Piştre di gotûbêja bi navê "Têkiliya di navbera Edebiyat û Muzîka Kurdî de û Bandora Helbestên Cegerxwîn li ser Muzîka Kurdî" de ku moderatoriya wê Seroka KASEDê Saliha Ayatayê kir, nivîskar Dilawer Zeraq wek qiseker beşdar bû.

Zeraq ku li ser edebiyat û nivîskariya kurdî ya Cegerxwîn sekinî, bîr anî ku Cegerxwîn gelek şano, çîrok, helbest, bîranîn û fabl nivîsandine û tekez kir ku ew xwedî berhemên pir rengîn e û di vî warî de nivîskarekî pirralî ye.

Zeraq got, 'Heçî Cegerxwîn e bû îlhama hunermendên navdar' diyar kir ku Cegerxwîn bi helbestên xwe bûye îlhama gelek hunermendên navdar û gihiştiye girseyên mezin ên gel û wiha axivî: "Taybetmendiyeke helbestên Cegerxwîn ew e ku ew xeyalên xwe ji tuneyî naafirîne. Wî ji edebiyata devkî û klasîk sûd wergirtiye û ji bingehên helbestên xwe hêmanên nû afirandine û ew ji nû ve ava kirine."

'Cegerxwîn dehayekî edebiyatê ye ku peyvên hêsan mezin kiriye'

Zeraq destnîşan kir ku têkiliya di navbera muzîka Kurdî û edebiyata Kurdî de struktural e û ev têkilî dibe sedema ku zimanê Kurdî di nav xwe de muzîka xwe biafirîne.

Zeraq weha got, "Cegerxwîn helbestvanek e ku di helbestên xwe de rîtma civaka Kurdî girtiye" û wiha domand: "Hin helbestvan bi peyvên mezin berhemên edebî xwedî dikin û di bin wan peyvan de dimînin, hin jî bi peyvên biçûk afirandinên xwe yên edebî mezin dikin û edebiyat jî bi vê re mezin dibe. Ha Cegerxwîn helbestvanekî wiha ye. Ew dehayekî edebiyatê ye ku peyvên biçûk û hêsan mezin kiriye. Mînak, bi van peyvan 'gulfiroş'ê diafirîne, carinan bi wan 'Kî ne Em'ê bi qîrîn diqîre. Cegerxwîn, îdeolojî û ramanên xwe dadixe nav êşên gel û wan neqiş bi neqiş dixemilîne."

Guhdariya muzîkê 

Piştî gotûbêjê, bibîranîn bi stranbêj Dilzar ku helbestên Cegerxwîn ên hatine bestelekirin pêşkêş kirin, bi dawî bû.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31