Li Gêlê xeta ava vexwarinê hat çêkirin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, li taxa Kuyular ê girêdayî gundê Dere ya navçeya Gêlê, li gorî plana îmarê û zêdebûna nifûsê xeta ava vexwarinê danî.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li gorî plana îmarê û zêdebûna nifûsê ji bo deverên nû yên rûniştinê yên navçeya Gêlê projeyeke nû amade kir.

Di çarçoveya projeyê de, ekîban ji bo malên gundê Kuyular ê ku yek ji deverên nû yên rûniştinê yên taxa Dere ye, xeteke ava vexwarinê ya 400 metre dirêj danî û pêdiviya welatiyên herêmê ya ava vexwarinê pêk anî.

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ dê li taxên gundan projeyên ava vexwarinê û bingeha avahiyê bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31