Dijî kêz û mêşan dermankirinek pêk tê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo tenduristiya gel li dijî kêz û mêşan, pêşî, kelmêş û kêzên din li seranserê bajêr karên dermankirinê didomîne.

Ekîbên Dermankirinê yên Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê; ji bo ku nifûsa kêz û mêşan, pêşî, kelmêş û kêzên din negihîje asteke ku tehdîda tenduristiya mirovan bike, bi rêbazên têkoşîna zanistî karên dermankirinê didomînin.

Çalakiyên dermankirinê; bi 274 karmend, 80 wesaît, 34 holder, holdera traktorê, 15 atomîzor, 50 amûrên ulv, 200 pompeyên pişta milî, misblower, 5 amûrên mijdana germayî li seranserê bajêr berdewam in.

Dermankirina li dijî larvayên kêz û mêşan tê kirin

Karên dermankirinê, li dijî larvayên kêz û mêşan li hewz, gol, golav, kanalîzasyon, deviyên bi qamiş, cihên çiravk, fosseptîk, cihên ku zibla heywanan lê kom bûye, axur, zibilxane û hwd. li cihên miştbûna wan di demên diyarkirî de tên kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31