Mêvanên ku ji bo civîna UCLG-MEWAyê hatine Amedê cihên dîrokî geriyan

Mêvanên ku ji bo Civîna Hevpar a Desteya Rêveber û Konseya UCLG-MEWA ya ku dê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin hatin Amedê, cihên dîrokî û çandî geriyan. Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun, piştî gerê di resepsiyonê de bi mêvanan re hevdîtin pêk anî.

Ji bo civîna hevpar a Desteya Rêveber û Konseya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî (UCLG-MEWA) ya ku dê di 23-24ê Cotmehê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin, nêzî 30 şaredar û hevserokên şaredariyên bajarên mezin û rêveber ji nav welat û derveyî welat hatin Amedê.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo mêvanên ku hatine Amedê çalakiyek gerê li ser cihên dîrokî û çandî yên bajêr li dar xist.

Rêberên Midûriyeta Beşa Turîzmê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî, di çalakiya gerê de bi Îngilîzî û Erebî derbarê cihên dîrokî û çandî yên Amedê de agahî dan mêvanan.

Mêvanên ku endamên meclisa Şaredariya Bajarê Mezin û karmend bi wan re bûn, bi rêzê Birc, Mizgefta Hz. Silêman, Dêra Surp Gîragos, Mînareya Çar Ling, Xana Hesen Paşa, Mizgefta Mezin, Çarşiya Şewitî, Mala Dengbêjan û Qonaxê Cemîl Paşa geriyan.

Hevserok di resepsiyonê de bi mêvanan re hatin ba hev 

Mêvan piştre derbasî Qonaxê Cemîl Paşa bûn. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, di resepsiyona ku li qonaxê hat dayîn de bi mêvanan re hatin ba hev û sohbet kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31