Serokê Giştî yê CHPê Ozel serdana Şaredariya Mezin a Amedê kir

Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel pêşwazî kir.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel û şanda pê re, serdana Şaredariya Mezin a Amedê kir. Piştî pêşwaziyê, Hevşaredar û Ozel çûn avahiya şaredariyê.

Hevşaredar Bucak: Serdan ji bo me bi rûmet e 

Di serdanê de Hevşaredar Serra Bucak, silav li beşdaran kir û got: "Ev serdanek bi rûmet e ji bo me. Hûn duyemîn serokê giştî ne ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê serdana Şaredariya Mezin a Amedê dikin. Ji bo me, ji bo ŞMA îro wateyeke din jî heye. Piştî 8 salan, em wek hevserokên şaredariyê û endamên meclîsê yên hilbijartî, me mêvandariya civîna Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî (UCLG-MEWA) kir. Serdana we ya bi rûmet jî li vê rojê rast hat. Em ji bo vê yekê jî kêfxweş in. Me di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de, li bajarên sereke yên welatê me, li ser şaredarên hilbijartî yên herêmî, pergalek gasb û qeyûm hebû ku 8 salan berdewam kir. Em bi siya vê yekê ketin nav van hilbijartinan. Di dema hilbijartinan û piştî wê, çi hilbijartiyên Partiya DEMê û çi jî rêveberî û parlamenterên CHPê û hêzên demokratîk, gotin ku ev rejîma qeyûm bi awayekî dawî bûye. Ya di binê vê de ev bû: Em wek hêzên ku bi demokrasiya herêman bawer dikin û bi avakirina demokrasiyê li herêman bawer dikin, me got ku rêveberiyên şaredariyên hilbijartî û rêveberî, ji bo avakirina demokratîk a herêmî li bajaran û ji bo struktura piralist a herêmî herî guncan in."

'Em gihîştin qonaxeke girîng' 

Bucak destnîşan kir ku wan şeş mehên xwe li şaredariyê temam kirine û got di van 6 mehan de wan ji partiya xwe û CHPê daxuyaniyên girîng ên der barê rêveberiya demokratîk a bajaran de bihîstine. Bucak bal kişand ser wê yekê ku beşdarbûna herî girîng a herêmî, beşdarbûna gelan e û wiha axivî: "Em vê yekê esas digirin. Em piştgiriya beşdariya xwebirêvebirina bi rêveberiyên xwe yên li gorî encama dengdayînê ya li sindoqê dikin. Bi vî awayî bi rastî jî em li welatê xwe û li bajarên xwe gihîştin pêvajoyeke girîng. Em ji aliyê rêveberiyên herêmî ve, di mijara birêvebirina şaredariyan ji aliyê şaredarên hilbijartî ve gihîştin qonaxeke girîng. Em ji niha ve dibînin ku bi têkiliyên germ ên ku me bi hevpeymana dostaniyê ava kirine, pirsgirêka demokratîkbûn û azadbûnê bi pêşengiya van herdu partiyên me wê veguheze pêvajoyekê. Bi vî awayî em dixwazin spasiya CHPê bikin ji bo piştgirî û hevgirtina ku ji hilbijartinên herêmî heta îro nîşan dan. Îro me şanda CHPê û Birêz Serokê Giştî Ozgur Ozel pêşwazî kir, em dixwazin ji bo bajar û herêma me, ji bo dîplomasiya navbera bajaran, hevkariyê li ser çi dikare bê kirin, çawa em dikarin xurtkirina demokrasiyê ya ji herêmî berdewam bikin, çawa em ê gelên xwe li ser bingeha beşdariyê bikin hevpar, biaxivin. Em ji bo serdana we spas dikin."

Hevşaredar Hatun: Gel li îradeya xwe xwedî derket 

Hevşaredar Dogan Hatun jî diyar kir ku ew bi kêfxweşî pêşwaziya serdanê dikin û got: "Ev serdan divê bibe bingeha hin hevkariyan. Îradeya gelê Amedê 8 salan hat astengkirin. Bi siyaseta qeyûm gelek zirar gihîşt birêvebirina vî gelî. Dema rêveberiyên herêmî tên destvegirtin û kesên hilbijartî ne li ser kar bin, li gel zilmeke mezin çêdibe. Em niha baş dibînin ku di 8 salên dawî de çi hat serê mirovan. Li ku derê zilm hebe, li wir ne ziman, ne çand û ne jî xizmet pêş dikevin. Siyaseta qeyûman pûç derket, gel li îradeya xwe xwedî derket. Eşkere bû ku sepandina qeyûm sepandineke şaş bû. Di wê demê de li xizmetên bingehîn ên wek av û kanalîzasyonê jî tu veberhênan nehat kirin, li gelek navçeyên me pirsgirêka avê heye. Beriya qeyûm çi hatibû kirin li wir ma, em ê ji wir ve xizmetê bidomînin. Îro em li ber deriyekî girîng in."

'Ez silavê li îradeya gelê Amedê dikim' 

Serokê Giştî yê CHPê Ozel jî bîr anî ku beriya serdanê ew çûbû serdana Selahattin Demirtaş û Selçuk Mizraklî li Edîrneyê û qala pêvajoya rakirina masûniyeta parlamenteran û tayînkirina qeyûman li şûna şaredaran kir. Ozel got: "Ez di şexsê Serra xanima hêja û Dogan begê hêja de silavê li îradeya gelê Amedê dikim. Piştre ez careke din silavê li Selçuk Mizraklî dikim ku bi neheqî di girtîgehê de ye. Selahattin Demirtaş ji serdana ku ez ê li vir bikim agahdar bû, ez silavên wî tînim. Ez hêvî dikim ku em rojekê di azadiya wî de li vir bi hev re qehweyekê vexwin. Ez careke din we ji bo serkeftina ku we di hilbijartinên 31ê Adarê de bi rêjeya dengên pir bilind bi dest xist, ji bo mafê birêvebirina vî bajarî pîroz dikim."

'Em rêzê li Kurdî digirin' 

Ozel destnîşan kir ku wî bi baldarî guhdarî Serra Xanimê kir û wê tiştên pir girîng gotin û wiha pê de çû: "Piştre Dogan Beg bi zimanekî ku em pê nizanin axivî bi gotina meclîsê lê ev ne zimanekî ye ku em nizanin û rêzê lê nagirin, zimanekî ye ku em rêzê lê digirin. Bi zimanê xwe yê zikmakî axivî, divê em wek dewleta Komara Tirkiyeyê û em jî rêzê li bikaranîna zimanê wî yê zikmakî û xweîfadekirina wî ya bi vî awayî bigirin."

'Em jî bûn parçeyek ji îtirazê' 

Ozel diyar kir ku îro girîng e ku li Şaredariya Mezin a Amedê qeyûmek rûnenişt û wiha got: "Tişa ku Serra Xanimê qalê kir pir bi rûmet e. Cara pêşî dema xwestin li Wanê ne yê ku bi ser ket lê belgeyê bidin yê duyem, em jî bûbûn parçeyek ji îtirazeke mezin. Em bi heyeteke xurt li wir bûn û heta pirsgirêk çareser nebû em ji wir neçûn û ya rast ev bû, li wir encam hat standin. Dema li hemberî qeyûmê Colemêrgê tundtirîn reaksiyon hat nîşandan jî em li wir bûn. Ez ê gotina Birêz Demirtaş dubare bikim. Di 31ê Adarê de em bi partiyeke siyasî ya ku piştî 47 salan li Tirkiyeyê bûye ya yekem û li vir helwesteke zelal û tund li hemberî qeyûmên şaredariyan girtiye, bi ser ketin, ez vê girîng dibînim. Ev qezencek e lê di rastiyê de tenê nekirina gasbekê ya bi neheqî ye vê carê."

'Ez li kolanan çaverêkirina samîmiyetê dibînim' 

Ozel bal kişand ser daxuyaniyên ku li Enqereyê hatine dayîn û got: "Li vir banga min a ji Amedê pêşî ev e. Roja Sêşemê bi daxuyaniyên Birêz Bahçelî li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû tê nîqaşkirin. Li vir ne mimkun e ku ez qasî we û Birêz Sezgîn serwext bim li kolanên Amedê. Lê wek kesekî ku gelek caran hatiye Amedê û îro jî li kolanên wê geriyaye, ez li kolanên Amedê hêviyek ji bo aştî û biratiyê, teşqeleyeke li ser pêvajoyê û bêbaweriyekê dibînim. Ez çaverêkirina samîmiyetê dibînim, vê yekê ji hemû siyasetmedaran dixwazin. Çimkî saziya siyasetê, yên ku li hemberî îradeya gel Tirkiyeyê bi rê ve dibin gelek neheqî kirin."

'Pêdivî bi paqijkirina rêyekê heye' 

Ozel li hemberî ji kar dûrxistina şaredaran reaksiyon nîşan da û got: "Ji vir ji Şaredariya Mezin bangekê dikim. Pêdivî bi paqijkirina rêyekê heye, dema şaredar piştî cezayê ji kar têne dûrxistin divê meclîs şaredar hilbijêre. KHKya OHALê ya ku dibe sedema ji kar dûrxistina şaredaran, bi çalakiyeke qanûndanînê ya du saetan li Meclîsê dikare bê rakirin."

Hevşaredaran pirtûka "Serê Şevê Çîrokek" a Nivîskar Selîm Temo û xebata çînîkirî ya destana Mem û Zînê pêşkêşî Ozel kirin; Ozel jî objeya bi navê "Agirê Komarê" pêşkêşî Hevşaredaran kir.

Di serdanê de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî, endamên meclîsê, Parlamentera Partiya DEMê Adalet Kaya, Hevserokên Bajêr Gulşen Ozer û Abbas Şahîn li gel Hevşaredaran amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31