Hevşaredar Bucak: Eger em pirzimanîyê wek bingeh bigirin, em ê gavek bo aştiyê bavêjin

Li ser mêvandariya Şaredariya Mezin a Amedê, di civîna UCLG-MEWA de, di rûniştina bi navê "Diyaloga Asta Bilind: Bandora Civakî ya Rojeva Cîhanî" de Hevşaredar Serra Bucak axivî û got ku di xizmetê de bingehgirtina pirzimanî dê ji bo aştiya civakî gaveke girîng be.

Roja duyemîn a Civîna Hevbeş a Lijneya Rêveber û Konseya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojavayê ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî (UCLG-MEWA) ku ji aliyê Şaredariya Mezin ve tê mêvankirin, berdewam dike. Di çarçoveya civînê de rûniştinek bi navê "Diyaloga Asta Bilind: Bandora Civakî ya Rojeva Cîhanî" hat lidarxistin. Di rûniştina ku ji aliyê Rêveberê Weqfa Akademiya Rêveberiya Herêmî û Demokrasiyê ya Cîhanê (WALD) Hulya Alper ve hat birêvebirin de, Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê (TBB) Suat Yildiz (Bi rêya înternetê), Serokê Şaredariya Nablusê Husam Shakhshir, Serokê Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî yên Afrîkaya Başûr (SALGA) & Hevserokê UCLG Bheke Stofile (Bi rêya înternetê), Serokê Yekîtiya Şaredariyên Danniyeh & Serokê Rûmetê yê UCLG-MEWA Mohamed Saadie (Bi rêya înternetê) û Rêveberê Têkiliyên Derve yê Şaredariya Eyûbiyê Mehmet Cengiz wek axivker beşdar bûn.

Hevşaredar Bucak: Ez hêvîdar im ku xewna we zû pêk were 

Hevşaredar Bucak di rûniştinê de beşdaran silav kir û got: "Li ba me baweriyeke wiha heye, eger hûn cara yekem li bajarekî û malekê razên, ew xewna ku hûn wê şevê dibînin dê pêk were. Ez hêvîdar im ku mêvanên me yên ku me duh şev li Diyarbekirê mêvan kirin, xewneke aştiyê ya li Rojhilata Navîn û cîhanê dîtine. Û ez hêvîdar im ku ev xewn zû pêk were."

'Zêdebûna pevçûnan cihê fikarê ye' 

Bucak diyar kir ku di êrîşa li Enqereyê de kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û got ku zêdebûna van rewşên neyînî û pevçûnan li welêt cihê fikarê ye. Hevserok Bucak ji bo kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji bo birîndaran jî şifaya zû xwest û got: "Beriya niha me bi Lubnanê re têkiliyeke online danî. Lê me guhdarî kir ku axivkarê me dê here sersaxiyê ji bo kesên ku di encama êrîşa Îsraîlê de li Lubnanê jiyana xwe ji dest dane. Ji vî aliyî ve serê gelê Lubnanê û axivkarê me sax be."

'Divê guh bê dayîn dengê gelê Amedê' 

Bucak got ku îro ji her demê zêdetir hewcedariya wan bi avakirina aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê heye û diyar kir ku Diyarbekir ne tenê bi dewlemendiyên xwe yên dîrokî û çandî, di heman demê de bi yekeya xwe ya siyasî jî bajarekî girîng e. Bucak anî ziman ku Diyarbekir yek ji bajarên girîng ên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye û ev taybetmendiya xwe heta îro parastiye û got ku divê li vî bajarê ewqas girîng guh bê dayîn dengê gel.

Bucak wiha peyivî: "Dema mirov li kolanên bajêr digere, tu sazî tune ye ku guhê xwe ji xwesteka pêkvejiyîn û aştiyê ya vî gelî re bigire. Bi rastî jî xwesteka herî girîng a gelê Diyarbekirê, xwesteka pêkvejiyîn û aştiyê ye. Ji vî aliyî ve erkê me, rêveberiyên herêmî ye ku em guh bidin vê xwestekê û aştiyê li herêman ava bikin. Helbet ev deng, li bajarên cuda bi awayên cuda tê bihîstin. Jin wekhevî û dadmendiyê, zarok û ciwan paşerojeke hevpar, gel dixwazin li cihê ku lê dijîn/hatine dinyayê têr bibin. Û daxwaza pêkvejiyîn û jiyana azad wiha tê ziman. Em wek nûner û rêveberên rêveberiyên herêmî neçar in ku em guh bidin vê dengî."

'Aştî hewcedariyeke lezgîn e' 

Bucak diyar kir ku aştiya civakî, herçiqas hewl bê dayîn ku were razandankirin an jî wateya wê were tevlihevkirin jî, ne tenê divê di rojeva siyaseta navendî de be, belkî jî divê zêdetir di rojeva rêveberiyên herêmî de be û wiha got: "Eger ez ji vê nuqteyê dest bi naveroka axaftina xwe bikim. Di bin sernavê 'Bandora Civakî ya Rojeva Cîhanî' de, ji armancên Pêşketina Berdewam ên Neteweyên Yekbûyî ya 16'emîn, yanî armanca 'Aştî û Saziyên Xurt' dixwazim bixim navenda axaftina xwe. Aştî, hewcedariyeke lezgîn e ku hemû armancên pêşketina berdewam dihewîne, hemûyan dibire û heta pêşmerca hemûyan e."

Ev armanc, taahhudeke cîhanî ya avakirina civakên aştiyane û berfireh, serwerbûna hiqûqê û xurtkirina saziyên bandor, hesabdar di her astê de ye. Lê belê, dema em li tabloya cîhanî binêrin, mixabin em dibînin ku di salên dawî de demokrasî qels dibe, serwerbûna hiqûqê tê xwarin, siyasetên rastgir, otorîter û dijminê jinan zêde dibin û siyaseta cudakar rojeva cîhanî diyar dike. Li Rojhilata Navîn bi taybetî, em rû bi rû ne bi tabloyeke ku tê de pevçûn, şer û qirkirineke berdewam ku li dora pirsgirêkên Filistîn û Kurdan şikil girtiye û bûye krîzeke siyasî û mirovahiyê ya kûr û gelên herêmê berdêla wê bi awayekî giran didin."

'Li perwerdehî, karkerî û pêşketinê razemenî nayê kirin' 

Hevşaredar Bucak pirsî "Gelo di vê rewşê de parvekirina çavkaniyan bi awayekî dadmend û wekhev mimkun e?" û wiha berdewam kir: "Mixabin hem ji aliyê hikûmetên navendî yên li asta cîhanê hem jî rêveberiyên herêmî ve li perwerdehî, karkerî, pêşketin, çand û dîrokê ku dê jiyana civakî û pêkvejiyîna gel û civakan hêsan bike, nayê veberhênan. Veberhênan li siyasetên parastinê, piraniya budceyan li siyasetên şer tê veberhênan. Di pergaleke wiha ya cîhanî û Rojhilata Navîn de avakirina aştiyê pir zehmet e."

'Gelek tişt hene ku rêveberiyên herêmî dikarin ji bo jinan bikin' 

Bucak anî ziman ku divê aştiya herêmî, her hucreya biçûk a civaka sivîl a ku dê aştiyê ava bike were mezinkirin û wiha got: "Em wek rêveberên herêmî li Diyarbekirê çi pêşniyar dikin? Em dixwazin bipeyivin ka çima û çawa em dikarin rêveberiyeke herêmî ya aştiyane û berfireh bidomînin. Em dixwazin çend mînakên şaredariyê yên berbiçav ên ku dikarin ji bo aştiya civakî werin avêtin pêşkêş bikin. Eger em di hemû xizmetên xwe de pirzimanî wek bingeh bigirin, kreşên pirzimanî, navendên bangî yên pirzimanî, xalên çareseriyê yên pirzimanî ava bikin, ji bo mafên kevnar ên vê erdnîgariyê Kurd, Ermenî, Suryanî ku dê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî îfade bikin ev xizmeta pirzimanî peyda bikin û van hewldanên xwe yên sazûmanî mezin bikin, ha wê demê me gaveke girîng ji bo aştiya civakî avêtiye."

'Em hevkariya gelan pêş bixin' 

Bucak bîr anî encamên ku sermayeya cîhanî, desthilat û aqil li ser civakan çêkirine û wiha berdewam kir: "Em dixwazin li vir bangekê bikin û dibêjin werin em li hember van desthilatên cîhanî û aqlî hevkariya gelan, dîplomasiya gelan zêdetir pêş bixin. Bila Diyarbekir ji îro pê ve careke din fêm bike ku Nablus çawa bajarekî wekî wê ye û bila Nablus jî fêm bike ku kolanên Diyarbekirê çiqasî dişibin Nablusê û bila bi hev re bibînin ku çawa di heman atmosfera toleransê de dixwazin bajarekî ji bo civak û gelan biafirînin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30