Hevşaredar Bucak bi şaredarên Filistîn û Urdunê re rûnişt

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Şaredarê Nablusê yê Filistînê Samî A. Hijcawî û Şaredarê Bajarê Mezin ê Ajloûna Urdunê Hamza Al Zghoul ên ku beşdarî civîna UCLG-MEWAyê bûn re hevdîtinek pêk anî.

Civîna Hevbeş a Lijneya Rêveber û Meclisa Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG-MEWA) ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de didome. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di navbera rûniştinan de bi şaredar û heyetan re hevdîtin pêk anîn.

Hevşaredar Bucak, Şaredarê Nablûsê yê Filistînê bi Dr. Samî A. Hijcawî û Şaredarê Bajarê Mezin ê Ajlouna Urdunê Hamza Al Zghoul re hevdîtinek pêk anî. Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWAyê Mehmet Duman, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk û Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk jî beşdarî civînê bûn.

Di hevdîtinê de geşedanên li herêmê hatin nîqaşkirin, hevkariya di navbera şaredariyan û xebatên hevpar ên ku dikarin bikin hatin nirxandin. Di hevdîtinê de hevşaredaran xebatên hikûmetên navendî û rêveberiyên herêmî yên li Filistîn û Urdunê şîrove kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31