Li Fêrana Farqînê xeta avê ya 2 hezar metreyî hat nûkirin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, li taxa Fêranê ya navçeya Farqînê xeta avê ya vexwarinê ya 2 hezar metreyî ya ku temenê wê yê aborî qediyabû, nû kir.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo ku li seranserê bajêr xizmeta ava vexwarinê ya bê navbir û bingehîn a saxlem peyda bike, li xetên ava vexwarinê û kanalîzasyonê yên heyî yên ku temenê wan ê aborî qediyaye, xebatên nûkirinê didomîne.

Tîmên girêdayî Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ku li navçeya Farqînê xebatan dimeşînin, tesbît kirin ku di xeta torê ya ku pêdiviya ava vexwarin û bikaranînê ya taxa Fêran ya ku 130 mal û 970 nifûs lê dijîn peyda dike de, pir caran teqîn çêdibin û dema ku midaxeleyî van teqînan tê kirin, di dayîna avê de qutbûn çêdibe.

Xeta kevn temenê xwe qedand 

Tîmên DÎSKÎyê ku bi projeyeke amadekirî li taxa Fêranê dest bi xebatan kirin, xeta ava vexwarinê ya ku temenê wê yê aborî qediyabû betal kirin û li şûna wê, li ser bingeha nifûs û plana îmarê, dest bi xebata raxistina xeta ava vexwarinê ya 2 hezar metre dirêj kirin.

DÎSKÎyê xeta 2 hezar metreyî nû kir 

Piştî ku xebat di demeke kurt de qediyan, qutbûnên avê yên ji teqînan di taxa Fêranê ya 970 nifûsî de bi dawî bûn.

'Em ê xebatan bidomînin' 

Midûrê Şaxa DÎSKÎ ya Farqînê Abbas Arslan, derbarê xebatên ku li taxa Fêranê hatine kirin de got: "Hat tesbîtkirin ku li taxa Fêranê ya navçeya Farqîna Amedê, boriya ava vexwarinê ya 90'î ya nêzî 2 hezar metre temenê xwe yê aborî winda kiriye û hemû xeta ava vexwarinê ya 2 hezar metre hat guhertin. Em ê wek Midûriyeta Şaxa DÎSKÎ ya Farqînê, ji bo ku em ava saxlem û bê navbir peyda bikin ji bo gelê xwe xebatên xwe bidomînin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31