Atolyeyên Tenduristiyê bi dawî bûn

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya "Meha Hişyariya Penceşêra Memikan" de Atolyeyên Tenduristiyê yên ku jin li ser penceşêra memik û devê malzarokê hatin agahdarkirin, bi dawî bûn.

Serokatiya Xizmetên Jin û Malbatê, di Atolyeya Tenduristiyê de ya ku li Navendên Jiyana Jinê yên li taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinarê û Parka Koşuyoluyê ya navçeya Baxlarê hatî lidarxistin, ji aliyê xebatkarên tenduristiyê yên Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê û Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Baxlarê ve "Penceşêra Memikan" û "Penceşêra Devê Malzarokê (Servîks)" hat vegotin.

Di atolyeya ku bi pêşkêşkirina bi kurdî û tirkî û bi alîkariya wêneyan hat lidarxistin de, jin li ser nîşaneyên penceşêra memik û devê malzarokê, faktorên xeterê, rêbazên teşhîs û tedawiyê hatin agahdarkirin.

'Di teşhîsa zû de tedawî serkeftîtir e' 

Di atolyeyê de hat diyarkirin ku jin dikarin bi kontrolkirina memikên xwe ya her mehê guherînên herî biçûk zûtir bibînin û hat destnîşankirin ku bi teşhîsa zû ya penceşêra memikan re tedawî dê serkeftîtir be. Di atolyeyê de hat gotin ku testên kontrolê dibin sedema dîtina penceşêra memik û devê malzarokê di qonaxên zûtir de, û herwiha hat ravekirin ka testa smear û mamografî çawa tên kirin.

Ji jinên ku beşdarî atolyeyê bûn herwiha pîvana şekir, tansiyon û germahiyê hat kirin. Ji jinên ku xwestin re jî kontrola memikan hat kirin.

Ji aliyê din, 146 jin beşdarî atolyeyên ku li 5 navendên jiyana jinê ji ber Meha Hişyariya Penceşêra Memikan hatibûn lidarxistin, bûn.

Perwerdehiya paqijî û tenduristiya diranan ji bo zarokan 

Di atolyeya tenduristiyê de herwiha ji aliyê karmendên tenduristiyê yên girêdayî Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê ve ji zarokên ku beşdarî odeyên lîstikê yên li 5 navendên jiyana jinê bûn re perwerdehiya paqijî û tenduristiya diranan hat dayîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31