Li Zarokistana 450 Evlerê çalakiya tirî û pilûrê ji bo zarokan hat lidarxistin

Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo zarokên ku li Zarokistana 450 Evlerê perwerde dibin çalakiya tirî û pilûrê li dar xist.

Serokatiya Xizmetên Civakî, li Zarokistana 450 Evlerê û Mala Lênêrîna Rojê ji bo zarokên ku li wir perwerde dibin çalakiya tirî û bastêqê pêk anî.

Di çalakiya li bexçeyê zarokistanê de zarokan, bi alîkariya dêûbav û mamosteyên xwe gûz xistin ser bendan û ew li pilûra ku di beroşê de keliyabû xistin û meşlûrên gûzan çêkirin, piştre jî pilûr ji bo bastêqê li ser çarşefan belav kirin.

Paşê zarokan meşlûrên gûzan li ser bendên ku hatibûn amadekirin daliqandin û çarşefên bastêqê jî dan ber rojê.

Di çalakiyê de, zarokan hem çanda xwe hem jî qonaxên tirî yên ku li herêmê tên çandin û dibin xwarinên cuda hîn bûn.

Zarokan, bi tevlîbûna çêkirina meşlûrê gûzan û bastêqê hem kêfxweşiya afirandinê jiyîn hem jî bi dilê xwe kêf kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31