Li Wargeha Keçan a ser bi Şaredariya Mezin a Amedê ve manora agir hat lidarxistin ji bo xwendekar û karmendên wê.
Li Wargeha Keçan a ser bi Serokatiya Xizmetên Civakî ve manora agir hat pêkanîn. Di manorê de karmend û xwendekarên Wargeha Keçan, karmendên Rêveberiya Perwerdehiya Agirkujiyê, tîma agirkujan, pisporên Ewlehiya Kar û karmendên tenduristiyê yên ser bi Rêveberiya Karûbarên Tenduristiyê ve beşdar bûn.
Di manorê de, tîmên agirkujan ji karmend û xwendekaran re tedbîrên pêşîlêgirtina agir û tiştên ku divê di dema agir de bên kirin, dan zanîn.
Di çalakiya ku perwerdehiya mudaxeleya agir hat dayîn de, agirkujan bi pratîkî qonaxên mudaxeleya agir nîşan dan.
Di manora ku bi hevkariya Rêveberiya Karûbarên Tenduristiyê û Rêveberiya Agirkujan hat meşandin de, perwerdehiya agir ji karmendan re hat dayîn û senaryoya mudaxele û rizgarkirinê hat zindîkirin.