Mêvanên ku ji bo Civîna Hevbeş a Encumena Rêveber û Konseyê ya UCLG-MEWA ya ku li mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatî lidarxistin, çûn serdana Pira Dehderî û Kela Zerzevanê.
Ji bo mêvanên ku beşdarî civîna hevbeş a Encumena Rêveber û Konseyê ya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajar û Rêveberiyên Xwecihî yên Yekbûyî (UCLG-MEWA) bûn, ku di 23-24ê Cotmehê de li mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat, gereke li cihên dîrokî û çandî yên bajêr hat lidarxistin.
Rêberên Midûriyeta Beşa Turîzmê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî, di gera xwe de derbarê cihên dîrokî û çandî yên Amedê de bi Îngilîzî û Erebî agahî dan mêvanan.
Mêvanên ku endamên meclisa Şaredariya Bajarê Mezin û karmend jî tevli wan bûn, pêşî serdana Pira Dehderî kir, agahî derbarê pirê de wergirtin û wêne kişandin.
Mêvanan piştre berê xwe dan Kela Zerzevanê. Mêvanên ku li hember dîmena bêhempa ya Kela Zerzevanê matmayî man, derbarê kelehê de ji rêberan agahî wergirtin. Piştî gerê xwarin ji bo mêvanan hat pêşkêşkirin.
Mêvanên ku gotin ji bal û eleqeya ku dîtine pir kêfxweş mane, berê xwe dan welatên xwe.
Â